Kurdiksi (kurmandži): Mikä on Kodin ja Koulun Päivä?

Çi ye Roja Mal û Dibistanê ? 

Ger hûn vexwendinek ji dibistanê werbigirin, ev çalakî hêjayî beşdarbûnê ye!

Gelek dibistanên fînlandî her sal çalakiya Roja Mal û Dibistanê organîze dikin (Kodin ja Koulun Päivä). Ev çalakî ji bo dêûbavan fersendek rihet û nefermî pêşkêş dike ku dibistana zarokê xwe, mamoste û xebatkaran ligel dêûbavên zarokên din nas bikin. Roja Mal û Dibistanê hûn dikarin bibînin ka zarokên we li ku û bi kî re dixwînin.  

Piraniya dibistanan çalakiyê dawiya îlonê organîze dikin, lê tarîxên din jî mimkun in. Çalakî dikare dema roja dibistanê, êvarê, an jî dawiya hefteyê were lidarxistin.  

Hin dibistan bernameyek ji bo çalakiyê organîze dikin; bo nimûne, performansên dansê, lîstikên bi hev re, lîstin û xwendin, gereke nav daristanê, an jî atolyeyên tamîrkirina bisiklêtan. Hinekên din qehwe û belkî tiştên xwarinê pêşkêş dikin. Li hin dibistanan, hûn dikarin dersan temaşe bikin. Vexwendname dê ji we re bibêje li dibistana we bi taybetî çi û kengê tê organîzekirin.   

Dema we vexwendinek ji bo çalakiyekê girt, em we pir teşwîq dikin ku hûn beşdarî wê bibin. Heke hûn fînî/swêdî nizanibin jî hûn dikarin beşdar bibin. Heke hûn di wextê de agahdar bibin, hûn dikarin ji kar destûr bixwazin. Li Fînlandiyayê, xweş tê bawerkirin ku baş e heke dêûbav beşdarî çalakiyên ku ji hêla dibistanan ve têne organîzekirin bibin.  

Ev çalakî kêrhatî ye ku dêûbav û mamoste hevdu nas bikin û bi hev re bixebitin. Rojeke Mal û Dibistanê ji bo naskirina hevdu rêyek hêsan pêşkêş dike. Gava ku hûn bikaribin rûbirû hev nas bikin hêsantir e ku hûn ligel kesên din têkilî deynin. Ji bo zarokan jî girîng e ku dêûbavên wan tevlî bibin.  

Li gelek dibistanan komeleyên dêûbavan hene. Dema Roja Mal û Dibistanê hûn dikarin bipirsin gelo komeleyek wisa li dibistana zarokê we heye, ew çi dike û hûn çawa dikarin beşdarî çalakiyên wê bibin. Hemû dêûbav vexwendî ne bo beşdariya aktîvîteyên komeleya dêûbavan bibin! Gelek komeleyên dêûbavan bi dibistanê re çalakiya Roja Mal û Dibistanê organîze dikin.  

www.kodinjakoulunpaiva.fi